IraqNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Iraqê kuştina xelkê sivîl li encama êrişên ser Mûsilê şermezar kir

Fuad Mesûm serokkomarê Iraqê li gotûbêja  tev Sputnikê wek berteka li hember bûyerên  vêdawiyê li bajarê Mûsilê got : Gorîbûna  xelkê sivîl li Mûsilê karesateke însanî ye.

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî jî wek berteka li hember  hellahellayên  vê dawiyê li bara kuştina  bi dehan xelkê sivîl li beşa rojava Mûsilê got : Tawanbarkirina  hêzên ewlehiyê weke berevaniya ji DAIŞ ye.

Parlemana Iraqê jî ser lêjkolîn û şopandina  karesata  kuştina zêde ji 200 welatiyan li beşa rojava Mûsilê tekez kir: Her kesê ku bi her awayî bibe sedema rojandina xwûîna  xelkê sivîl ê Iraqê divê bikeve ber şopandina dadweriyê û li vê barê tu kesê, parêzbendiya  wî tine.

Li enca,a êrişên hewayî ya hêêzn bi serkirdetiya  Emerîkayê ser rojava Mûsilê, 230 xelkê sivîl ku piraniya wan jin û zarok in  hatine kuştin.

Li gorî gotina  xelkê Mûsilê,  du êrişên  hewayî li 13 û 17 n Adarê ser taxên  xelknişîn  ên rojava  vî bajarî cih hatine.

Hevalbendiya  emerîkî ya qaşo li dijî terorîzmê bûye weke  makîneya kuştina  xelkê û hêêzn artêşê li Sûriye û Iraqê û kiryarên wê pirsgirêkeke cidî li pêvajoya  rawestana li ber terorîzmê çêkiriye. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu