IraqNûçeRojhilatanavin

Serokkomarê Iraqê tekez li yekrêziya pêkhatên Kerkûkê kir

Serokkomarê Iraqa federal tekez li yekrêziya pêkhatên parêzgeha Kerkûkê kir.

Îro roja çarşemê 1-8-2018`an li bajarê Bexdadê di qesra aştiyê de, serokkomarê Iraqa federal Dr. Fuad Masûm pêşwazî li wezîrê navxweyî ya Iraqê Qasim Arejî ligel wekîl û hejmereke din ji rewîjkaran ku di wezareta navxwe de dixebitin kir.

Serokkomar amaje bi wê yekê kir ku hêzên navxwe ji bo parastina aramî û hêminiya Iraqê, gelek qurbanî û canfedayî pêşkêş kirine û heya niha bi erkên xwe ên pîroz ji bo parastina jiyana xelkê Êraqê bi cîh dikin.
Aşkire kir ku wezareta navxwe ya Iraqê xwediyê roleke sereke û mezin û li ber çavan bû ku hemîşe hewlî parastina berjewendiyên xelkê Iraqê û axa Iraqê dan e.

Başa dön tuşu