Serokkomarê Îrlendê: Îran hokareke aramiya li navçê ye
Serokkomarê Îrlendê li hevdîtina bi balyozê Îranê re li Doblînê, Komara Îslamî ya Îranê welatekî giring û bi bandor li damezrandina aramî û ewlehiya navça aloz a Rojhilata Navîn da zanîn.
Maykêl Hîgînz, Serokkomarê Îrlendê roja duşemiyê li hevdîtina Cewad Keçoyiyan, balyozê Komara îslamî ya Îranê li Doblînê, berfirehkriina hevkariyên her du welatan, giring da zanîn û got ku du bermberbûna asta pewyendiyên ticarî yên Îran û Îrlendê li sala buhurî ser xêr û kara her du welatan bûye.
Hîgînz piştgiriya Îranê ji endametiya Îrlendê li konseya Ewlehiyê ya Rêxistina Neteweyên yekbûyî pir bi nirx da zanîn. Wî bal kişand ser hevhatina navokî û piştgiriya Îrlendê ji çendalîxwaziyê û hevhatinên navneteweyî ragihand û got: warên zav ji bo hevkariya navbera Îran û Yekitiya Ewrûpayê hene.
Cewad Keçoiyan jî bal kişand ser pêvajoya berfirehkirina peywendiyên her du welatan li çar salên buhurî, û ser viyana rayedarên Îranê ji bo berfirehkirina hevkariyên giştalî bi Îrlendê re sekinî.