NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokkomarê Sûriyê Fermana Lêborîna Gelemperî da

Bişar Esed serokkomarê Sûriyê fermana Lêborîna Gelemperî ji bo hin mehkûmiyet û sûcên pêkhatî heta beriya 21ê Kanûna 2022an da.

Li gorî rapora SANA News’ê, Ofîsa serokkomartiya Sûriyê bi daxuyaniyekê tevî ragihandina vê nûçeyê got: Ev ferman pêkhatî ji hemî cezayên derxistî ji bo binpêkirinên qanûnê û lêborîna ji hemî cezayên wan kesan e ku sûcên wan di Xalên 100 û 101ê yên Qanûna Sizapêdana Leşkerî ya Hejmara 61 ya derxistî di sala 1950î û reformên wê da hatiye.

Li gorî daxuyaniya navbirî, Ev Lêborîna Gelemperî kesên xweveşartî û reviyayî ji edaletê nagire ber xwe; meger ku di heyama sê mehan da ji bo revîna li hundirê welêt û çar mehan ji bo revîna bo derveyî welêt, xwe radest bikin.

Her wiha hejamreke sûcên nivîsand di qanûna sizapêdana gelemperî û sizapêdana leşkerî û sûcên destnîşankirî di hejmareke hikmên qanûnmend nakevin ber vê Lêborînê.

Başa dön tuşu