Serokkomarên Îran û Ermenistanê ser berfirehkirina peywendiyan sekinîn
Serokkomarên Îran û Ermenistanê li bara peywendiyên du welatan û meselên navçeyî û navneteweyî şêwirîn.
Li gorî rapora malpera ragihandinê ya serokkomariyê, Hesen Rûhanî serokkomarê Îranê û Serj Serkîsyan serokkomarê Ermenistanê li daxûyaniya ku roja çarşemiyê li Rewanê hat weşandin kêfxweşiya xwe li bara asta bilind a peywendiyên du welatan nîşan dan û gotin ku micid in têkiliyên xwe berfirehtir bikin.
Li hevdîtina îro ya Rûhanî û Serkîsyan her du alî ser giringiya xebata komîsyona hevpar a hevkariyên aborî navbera Îran û Ermenistanê û hevhatinên ku li Kanûna sala 2015an li Ermenistanê û Kanûna 2016an li Têhranê cih hatiye û ser pêwîstiya cihanîna van hevhatinan tekez kirin.
Serokkomarê Îran û Ermenistanê belgeyên hevkariyê yên îmzebûyî bi armanca cihhatina hevkariyan li warên jordebirina danûstandinên ticarî û berfirehkirina binavahiyan, enerjiyê, veguhestin, muxabirat û peywendiyê, pêşe û her wiha warên dine aborî û jordebirina asta wê giring nirxandin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got ku damezrandina aşitiya mayînde, istiqrar û ewlehiyê li navçê û xurtkirina wê li pêşerojê cih were û jibo çareserkirina bi aşitî ya munaqişên navçeyî hevceyî bi hevkariyên berfireh heye.
Serkîsyan û Rûhanî her wiha ser pêwîstiya damezrandina bi zûtirkê ya aşitî û istiqrarê û girtina pêşiya pirsghirêkên însanî û awaretiya zêdetir li Sûriyê û rawestana li ber tund û tûjî û şîdetê tekez kirin.
Hevdîtin û gotûbêja tev Karên Karapêtyan serokwezîrê Ermenistanê ji bernameyên din ên sefera îro ya Rûhanî bo Rewanê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)