AborîCîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokkomarên Îran û Vênêzoêla, dewama şêwirîn û berfirehkirina hevkariyên endamên Saziya Welatên Firoşerê Niftê (OPEC) jibo istiqrara bazarê û jordabirina bihaya niftê pêwîst dan zanîn

Hesen Ruhanî, serokê Komara Îslamiya Îranê, roja pêncşemiyê li gotûbêja bi riya têlêfonê tev Nîkolas Madoro, serokkomarê Vênêzoêlayê destnîşan kir: Têhran wek berê bibiryar e ku pişta misogerbûna rewşa bazarê û zêdebûna bihaya niftê bigire.

Ruhanî bal kişand ser şêwirînên berdewam di navbera Têhran û Karakasê de li ser istiqrara bazarê û zêdekirina bihaya niftê û destnîşan kir: Endamên OPEC`ê divê bona cihanîna hevhatinên civîna sed û heftê û yekemîn a vê saziyê li Viyenayê bi taybet li şeş mehên destpêka sala 2017`an hewl bidin.

Serokê Komara Îslamiya Îranê, herwiha cîgeha Amerîkaya Latîn û ji wan Vênêzoêlayê li siyaseta derve ya Îranê, taybet da zanîn.

Serokkomarê Vênêzoêlayê jî di vê gotûbêja bi riya têlêfonê de got: Hevhatina di navbera welatên berhemhînerê niftê li civîna Viyenayê, serketinek jibo hemî endaman bû û destkevtên wê, yê di mehên bê da, zêdetir ji berê aşkra bibin.

Madoro bal kişand ser vê yekê ku nabe em îznê bidin wasiteyên niftê, bihaya wê kivş bikin û herwiha got: Divê pêngavên niha heya gihîştina bi bihaya rastîn û dadmendane ya niftê bidomin û hevahengiya di navbera Îran û Vênêzoêlayê di vî warî de pirr girîng e.

Endamên OPEC`ê 30`ê Mijdarê li sed û heftê û yekemîn civîna xwe li Viyenayê li hev kirin ku bo mideha şeş mehan ji destpêka sala 2017`an, di rojê de mîlyonek û 200 hezar bermîlî ji berhemanîna xwe kêm bikin û asta berhemanîna OPEC`ê bigihînin 32 mîlyon û 500 hezar bermîlî di rojê de. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu