CîhanNûçeRojhilatanavinSûriye

Serokomarê Amerîkayê: Derxistina hêzên Amerîkayê lezgîn nîne û li vê barê de em ê ser hemdê xwe bin

Serokomarê Amerîkayê duh gotinên xwe yên berê derheq derxistina hêzên Amerîkayê ji Sûriyê xistin paş guhê xwe û got: Derxistina hêzên Amerîkayê lezgîn nîne û li vê barê de em ê ser hemdê xwe bin.

Serokomarê Amerîkayê Donald Trump duh li Twitterê de nivîsî: Ji ber dewama hebûna terorîstên DAIŞê di nav Sûriyê de em ê bi hemed hêzên xwe ji Sûriyê derxin.

Trump piştî ku diyar kir wê bi lez hêzên amerîkî ji nav Sûriyê derxîne , hem di nav Amerîkayê û hem jî ji aliyê hevpeymanên xwe yên derveyî kete ber rexneyên zav , vêca li gotinekê ku bi gotina wî ya berê re li bara derxistina hêzên amerîkî ji Sûriyê  hev nayê desnîşan kir: Derxistina hêzên Amerîkayê lezgîn nîne û li vê barê de em ê ser hemdê xwe bin.

Ev gotina Trump piştî sefera pêr a Şêwirmendê Asayişa Niştmaniya Amerîkayê John Bolton ya Filistîna dagîrbûyî û hevdîtina wî bi serokwezîrê Rejîma Siyonîstî  Benyamîn Netanyahu re ye, Bolton li wê hevdîtinê got: Berî ku DAIŞê têk biçe, derketina hêzên amerîkî ji Sûriyê ne pêkan e

Başa dön tuşu