Serokomarê ewilîn yê Slovakyayê Michal Kovac, li nexweşxaneya ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da.
Li gorî agahiyên Ajansa Nûçeyan a Slovakyayê (TASR) Kovacê 86 salî duh danê êvarî li nexweşxaneya ku dihate dermankirin jiyana xwe ji dest da. Kovac ji ber nexweşiya parkînsonê û gelek nexweşiyên din dihate dermankirin û çend rojên dawî rewşa wî giran bûbû. Hêjayi gotinê ye ku Kovac di dema Çekoslovakyayê de Wezirtiya Fînansê û Serokatiya Parlementoyê kir. Herwiha piştî belavkirina Çekoslovakyayê ya di sala 1993an de wekî serokomarê ewilîn yê Slovakyayê hate hilbijartin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)