ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Îranê serdana Urmiyê dike

Cîgirê Parêzgarê Urmiyê yê bo Karûbarên Avendaniyê Teqî Kehûriyanragihand, Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî dê serdana wê parêzgehê bike.

Li gorî gotina Teqî Kehûryan, armanca Ruhanî ji wê serdanê, pêşxistna projeyên vejandna Gola Urmiyê û vekirina çendîn projeyên aborî û xizmetguzarî li wê parêzgehê ye.

Kehûriyan herwiha got, ew serdan di çend rojên dahatî de dê were encamdan û têde şanda hikûmetê bi serokatiya Hesen Ruhanî dê ji wan projeyan bipirse, ku ji bo vejandna Gola Urmiyê biryar li ser cîbcîkirina wan hatiye dayîn.

Cîgirê Parêzgarê Urmiyê dibêje, biryar e Srokomarê Îranê di wê serdanê de bendav û stasyona Kehrebê li Serdeştê, Bendava Sêlwê û kanala veguhestina ava Celdiyanê yên li Pîranşarê, Firokexaneya Mako, Nexweşxaneya Bokanê û çend projeyên din veke. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu