MisrNûçeRojhilatanavin

Misirê 15 kes darve kirin

Li Misirê 15 kes hatin darvekirin. Kesên ku hatin darvekirin ji ber êrîşa li Sînayê ya ku 235 kes jiyana xwe ji dest dan dihatin sûcdarkirin.

Çavkaniyên hêzên ewlehiyê yên Misirê ragihandin ku 15 kes hatin darvekirin û ev kesên ku hatin darvekirin, sûcdarên êrîşa Sînayê bûn.

Beriya mehekê li herêma Sînayê li mizgeftekê êrîş hatibû kirin û di encamê de 235 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Di çarçoveya lêkolîna li ser vê êrîşê de, diyar bibû ku ev êrîş ji aliyê 15-20 kesên ku alayên DAIŞê bikar dianîn hate kirin. DAIŞ piştî ku li Sûriyeyê û Iraqê têk çû li Misrê li herêma Sînayê bandora xwe zêdetir kir. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu