ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Îranê û serokwezîrê Rûsiyê hevdîtin pêk anîn

Serokkomarê Îranê ku sefera Moskoyê kiriye, digel serokwezîrê Rûsiyê hevdîtin pêk anî û di vê hevdîtinê da peywendiyên du welatan ber bi geşbûnê da zanîn û destnîşan kir ku Têhran ji berfirekiirn û kûrkirina peywendiya digel welatên cînar ji wan Rûsiyê pêşwaziyê dike.

Hesen Rûhanî êvara duşemiyê li hevdîtina digel Dîmîtrî Mêdvêdof got: Ez hêvî dikim ku em li vê seferê guhertineke teze li pêvajoya berfirehkirina hevkariyên duyalî li warên siyasî, aborî û çandî û mijarên navneteweyî bi dest bixin.

Serokomarê Îranê bal kişande ser hevkariyên Îran û Rûsiyê li warê mijarên navçeyî û navneteweyî û got: Bêguman hevkariyên du welatan dê bandorên erênî li ser pêvajoya aramî û ewlehiya navçeyî û navneteweyî bike.

Dîmîtrî Mêdvêdof serokwezîrê Rûsiyê jî li destpêka vê hevdîtinê tevî pîrozkiirna Newrozê li serokomar û gelê Îranê, got: Mosko bibiryar û ciddî ye ku peywendiyên xwe li hemî waran da digel Komara Îslamî ya Îranê berfireh bike.

Serokwezîrê Rûsiyê bi gotina viya ku `Ev sefer ji bo berfirehkiirna peywendiyên van du welatan gellek girîng e` got: Niha peywendiyên nêzik ên du welatan di rewşeke baş da ye û bêguman ev sefer dê alîkariyeke zêde ji bo xurtkirina peywendî û têkiliyên Têhran şû Moskoyê be.

Hesen Rûhanî li ser vexwendina fermî ya Viladîmîr Pûtînê serokomarê Rûsiyê berêvariya duşemiyê gihîştiye Moskoyê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu