ÎranNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Îranê wê sêşemiyê here Tirkmenistan û Komara Azerbaycanê

Serokê Komara Îslamiya îranê, di çarçoveya qahêmkirina peywendiyên dualî û navçeyî û li ser vexwendina fermî ya serokomarê Tirkmenistan û Komara Azerbaycanê, wê roja sêşemiya vê heftiyê (27`ê Adarê) seredana van welatan bike.

Li gorî rapora roja yekşemiyê ya IRNA`yê, Perwîz Îsmaîlî, alîkarê pişka peywendî û ragihandinê ya nivîsgeha serokomartiya Îranê, got: Hesen Ruhanî, sibeha roja sêşemiyê 27`ê Adara îsal, wê Têhranê ber bi Işqabada paytexta Tirkmenistanê ve biterikîne û demlidest piştî ku gihîşte wir û bernama fermî ya pêşwaziyê cih hat, wê gotûbêjên di navbera serokomaran û paşê jî taximên payebilind ên her du welatan werin lidarxistin.

Îsmaîlî, bal kişand ser îmzebûna çend belgeyên hevkariyê bi beşdariya serokomarên îran û Tirkmenistanê û herwiha got: Civîna hevpar a bazirganiyê ya di navbera pişka sivîl a îran û Tirkmenistanê de jî wê hevgavê vê seferê ji bo hilkolandin û berfirehkirina peywendiyên dualî yên bazirganiyê were lidarxistin.

Wî herwiha bal kişand ser vê yekê ku Ruhanî, berêvariya roja çarşemiyê wê seredana bajarê Bakûya paytexta Komara Azerbaycanê bike û destnîşan kir ku li hevdîtina bi Îlham Elêev, serokomarê Azerbaycanê re  wê di navbera taximên her du welatan de gotûbêj werin kirin û herwiha wê belgeyên curbicur ên hevkariyê bên îmzekirin û civîneka çapemeniyê jî wê were lidarxistin.

Alîkarê pişka peywendî û ragihandinê ya nivîsgeha serokomartiya Îranê, herwiha got: Hevgavê sefera Ruhanî ya bo Bakûyê, roja pêncşemiyê (29`ê Adarê) wê civîna aboriyê ya îran û Azerbaycanê bi armanca hilkolandina rêbazên geşkirina peywendiyên aboriyê yên di navbera pişkên dewletî û çalakvan û pêkhînerên kar û xebatê yên her du welatan de were lidarxistin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu