NûçeIraqRojhilatanavin

Serokomarê Iraqê: Em êrîşa Tirkiyê ya li ser Şingalê şermezar dikin

Serokomarê Iraqê Berhem Salih got, “Em êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin. Em hêvî dikin ku alozî bi dawî bibe û rêveberiya Şengalê ji îradeya gelê bajêr re bê hiştin.” got.

Serokomarê Iraqê Salih bi beşdariya Berpirsê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Hemîd Şetrî pêşwaziya şandeke xelkê Şingalê kir.

Salih got, “Gelê Şengalê ji ber tundî û terorê gelek êş kişandine, lê bi cesareteke mezin rastî karesat û astengiyên cuda hatin. Em êrîşên li ser Şengalê şermezar dikin. Em hêvî dikin ku alozî bi dawî bibe û rêveberiya Şengalê ji îradeya gelê bajêr re bê hiştin.” hevokên bi kar anîne.

Salih diyar kir ku ji bo dayîna tezmînata Êzidiyan divê astengiyên siyasî û îdarî bên derbaskirin û ji bo avakirina Şengalê xebat bên kirin.

Serokomarê Iraqê êrîşa Tirkiyê li ser bajarê Şingalê şermezar kir û daxwaza rawestandina aloziyên li bajêr kir.

Di êrîşa hefteya borî ya ku Tirkiyeyê bajarê Şengalê kir hedef, gelek kes mirin û birîndar bûn.

Hewldanên hikûmeta Iraqê ji bo cîbicîkirina rêkeftina başkirina bajarê Şingalê, ku di Cotmeha 2020ê de bi Rêveberiya Xweser a Hewlêrê re hatibû îmzekirin, ji ber belavbûna berfireh a endamên çekdar ên PKKê heta niha bi ser neketiye.

Başa dön tuşu