ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji bo Îranê sersaxî xwest

Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm peyamek ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re şand û ji bo mirina Ayetûllah Haşîm Rafsancanî ji Rûhanî û gelê Îranê re sersaxî xwest.

Hat ragihandin ku Serokomarê Iraqê Fûad Mesûm ji ber mirina Serokomarê berê yê Îranê û Serokê Encûmena Diyarkirin a Berjewendiyên Pergalê Ayetûllah Haşîm Rafsancanî peyameke sersaxiyê ji Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî re şand û di peyama xwe de ji rêveberî û gelê Îranê re sersaxî xwest.

Mesûm di peyama xwe diyar kir ku wan agahiya mirin a Serokê Encûmena Diyarkirin a Berjewendiyên Pergalê Ayetûllah Haşîm Rafsancanî bi xemgînî girtiye û got ez ji bo gelê Îranê, malbat û xizmên Rafsancanî sersaxiyê dixwazim. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu