IraqNûçeRojhilatanavin

Serokomarê Iraqê Masum: Armanca me bi saxî girtina Bexdadî ye

Serokomarê Iraqê Fuad Masun bi operasyona rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê hedefa wan ew ku ew serkirdeyê rêxistinê Ebu Bekir el Bexdadî zindî bigirin.

Masum di hevpeyvîna xwe ya li ser malpera serokomariyê de got, “Em naxwazin Bexdadî bikujin, em dixwazin wî bigirin û li pêş çavê cîhanê bi awayekî adilane wî bidarizin û ji bo hemû sûcên kiriye hikmê edaletê bidin.”

Masum diyar kir ku welatî wî tevlî Bexdadî ji bo girtina serkirdeyên rêxistinê li herêmên ser sînorê Sûriye û Iraqê bi awayekî baldarî xebatan dimeşîne û balkişand ser ku lêpirsîna Bexdadî di derbarê DAIŞê de wê gelek agahiyên veşartî derxîne holê.

Masum pêşbinî kir ku yekîneyên leşkerî yên Iraqê wê di nava 2 mehan de hemû hebûna leşkerî ya rêxistinê ji holê rake.

Ji aliyê din ve Ednan Nime yê pisporê leşkerî yê ji artêşa Iraqê teqawidî bûye parast ku pir zehmet e ku Bexdadî di operasyonên Mûsilê de were girtin. Nime difikire ku serekê rêxistinê wê xwe radestî hêzên Iraqê neke û got, “Jixwe ez zen nakim ku Bexdadî li Mûsilê be.” (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu