NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokomarê Sûrîyê pêşnîyara seûdîyan qebûl nekir

Parlimanterekî Hizbulahê li meclisa Libnanê ragihand: Serokomarê Sûrîyê pêşnîyara Erebistanê ya jinûve avakirina wî welatî di berdêla birrîna peywendîyên Şamê digel Hizbulah û Îranê qebûl nekirîye.

Li gorî rapora nûçegihanê IRIB NEWS`ê, Newaf Mûsewî endamê Fraksyona Wefaya bo Berxwedamê ser bi Hizbulahê li meclisa Libnanê got: Pêşnîyara ku Bişar Esed serokomarê Sûrîyê li dijî wê derket ew bû ku Rîyaz alîkarîyê bide jinûve avakirina Sûrîyê û Şam jî peywendîyên bi Hizbulah û Îranê re bibirre.

Wî endamê Fraksyona Hizbullahê li meclisa Libnanê herwiha got: Bişar Esed berxwedêr e û li rex Mêhwera Berxwedanê ye.

Li gorî vê raporê, nunerê Mihemed Bin Selman welîehdê Erebistanê 3 mehan berî niha pêşnîyarek raberî Bişar Esed serokomarê Sûrîyê kir ku bilî jinûve avakirina vî welatî di berdêla birrîna peywendîyên Şamê digel Hizbulah û Îranê, di ewê pênşnîyarê de hatibû ku Bişar Esed dikare hindî sax be dê serokomar be û kes jî daxwaza çaksazîyên sîyasî û destûra bingehîn a Sûrîyê nake.

Başa dön tuşu