IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîr Ebadî û Muqteda Sedir civiyan

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir îro li Bexdayê bi hev re civiyan.

Duh duşemî 26ê Kanûna 2016ê, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ofîsa xwe ya li Bexdayê pêşwazî li Rêberê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir kir. Ofîsa Heyder Ebadî derbarê civînê de daxuyaniyek kurt da û tê de ragihand, “di hevdîtina navbera Ebadî û Sedir de, pêşhatên herî dawîn ên siyasî û ewlehî yên deverê hatin gotûbêjkirin.”

Civîna navbera Ebadî û Sedir di demekê de ye, ku meha Îlona derbasbûyî, xwepêşander û alîgirên Muqteda Sedir, li dijî hikûmeta Ebadî xwepêşandanên berfireh saz kirin, ku di hin xwepêşndanan de, Muqteda Sedir bi xwe jî beşdar bibû. Xwepêşander û alîgirên Sedir herwiha çend caran derbasî nav Taxa Kesk a bajarê Bexdayê bûn, ku piraniya dezgeh û saziyên hikûmeta Iraqê li wê taxa Bexdayê ne, û dest danîn ser avahiya parlamentoyê û civata wezîran.

Tevgera Sedir bi wan xwepêşandanan, daxwaza pêkanîna reforman û danîna wezîrên teknokrat li şûna wezîrên di kabîneyê de dikir. Piştî ku Ebadî razî bû, guhertinan di hin wezaretan de bike û hejmara wezaretan jî kêm bike, Sedir daxwaz ji alîgirên xwe yên li ber deriyên Taxa Kesk a Bexdayê kir, ku dest ji xwepêşandanan berdin.

Muqteda Sedir pêştir gefa wê yekê jî kiribû, ku eger hikûmeteke teknokrat pêk neyê û li gel Ebadî negihîjin çareseriyekê, ew dê wezîrên fraksyona Ehrar a ser bi Tevgera Sedir ji hikûmetê paşve vekişîne.

Tevgera Sedir di bin navê Fraksyona Ehrar de, li Parlamentoya Iraqê xwediyê 34 parlamenteran e û herwiha di kabîneya hikûmetê de 3 wezaretên, Pîşesazî, Avedankirin û Niştecihkirin û Wezareta Çavkaniyên Avê jî di destê wê tevgerê de ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu