NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokwezîrê berê yê Qeterê: Me hemiyan li Sûriyê şaşitî kir

Li gorî rapora kanala televîzyonî ya El Meyadînê, Hemed Bên Casim, serokwezîrê berê yê Qeterê, got, me hemiyan li Sûriyê karên şaş kirin.

Hemed Bên Casim Alê Sanî, serokwezîr û wezîrê karên derve yê berê yê Qeterê, li gotûbêja bi kanala televîzyonî ya amerîkî ya PBC`yê, li xwe mukur hat ku li Sûriyê şaşitî kirine û got ku piştgîriya Amerîkayê ji hin koman li Sûriyê, şaş bûye.

Wî got: Em wekî welatên dorhêla Kendava Farsê û Amerîka bi rêya du odeyên operasyonê li Sûriyê, dixebitîn. Yek li Urdinê û ya din jî li Tirkiyê.Me hemûyan pişta wan komana digirt, lê em pê hesiyan ku hinek ji van komana, bernameyên wan ên curbicur hene, her jiber vê yekê êdî me pişta wan negirt, dema ku me hin agahî li bara wan bi dest xistin, me biryara da ku êdî em pişta wan negirin.

Welatê we, yanê Amerîka, pişta wan komana digirt ku kiryarên wan şaş bûn, vêca piştgîriya xwe ji wan rawestand. Eva nayê wê wateyê ku me şaşitî nekirine, jiber ku em dizanin ev komana dema ku karê wan li Sûriyê bi dawî hat, wê ber bi me ve werin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu