CîhanEwropaNûçe

Serokwezîrê Fransayê: Me hin şaşitî kirine û bi qasê têrê bike guh nedaye daxwazên gel

Serokwezîrê Fransayê bi dû dewama nerazîbûnên Êlegzeran dîyar kir ku dewletê hin şaşitî kirine û bi qasê têrê bike guh nedaye daxwazên gel.

Li gorî rapora Ajansa Nûçan a Fransayê, Serokwezîrê Firansayê Édouard Philippe li hevpeyvîna digel Rojnama Lêzakoyê (Les Échos) got: “Mijara lidarxistina giştpirsîyê ketîye rojevê ku dikare wesîleyeke baş ji bo dêmokirasîyê be.

Lidarxistina giştpirsîyê bi armanca cihanîna rêforman di dewletê da yek ji daxwazên nerazîyan û çalakên Tevgera Dijî Sermayedarîyê li Fransayê ye.

Serokomarê Fransayê Emanoel Mecron di çarçova hewildana ji bo kêmkirina nerazîbûna gel hin soz dane ku şarezayên aborîyê pêşbînî dikin cihannîa wan soz û planan hewcedarê 15 milyar Euroyan be.

Eva di halekî da ye ku Serokwezîrê Fransayê Édouard Philippe basa jordaçûna kêmasîya bûca vî welatî heta asta sedî 3.2`yê kirîye.

Xwenîşandana Êlegzeran li dijî zêdekirina xeraca ardûyê ji 17`ê Mijdarê ve li Fransayê destpê bûye û di encama gêre û pevçûnên di navbera hêzên polîs û xwenîşanderan da heta niha 8 kes hatine kuştinê û bi sedan kes jî hatine girtin an birîndarkirinê.

Başa dön tuşu