IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê: Em ê li hemberî her cura gendelîyê li Iraqê bisekinin

Serokwezîrê Iraqê pêgirî li ser pêwîstîya têkoşîna dijî gendelîyê li vî welatî kir û got ku gendelîya rewa û ya narewa tineye, divê em hemî li hemberî wê biseknin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê dema seredana Zanîngeha Lêkolînên Leşkerî bi gotina vîya ku dezgeha leşkerî ser bingeha parastina berjewendî û piştgirîya ji gel hatîye danînê, dîyar kir ku dezgeha leşkerî li şerê dijî DAIŞ`ê karî pêbawerîyeke di asta bilind de di nava gel de bi dest bixe.

Ebadî herwiha got: Li şerê dijî DAIŞ`ê gel ev yeka zanî ku dezgeha leşkerî digel wan û di xizmeta wan de ye û pirranîya lêzanînên têkildarî komên têrorîst ku digiheştin destê me, ji hêla gel ve bûn.

Serokwezîrê Iraqê li dewama xeberdanên xwe got: Hebûna welêt li ber xetera têkçûnê bû û dil hebûn welatê me perçe bikin û em li hemberî vê gefê sekinîn û me karî bi tifaqa gel ser bikevin.

Ebadî li pişkeke gotinên xwe dîyar kir: Gefa li pêşberî me aborî û çawanîya xerckirina durist a derhatan a dûrî gendelîyê ye ta ku em bikaribin xizmetên herî baş raber bikin û derfetên karkirinê pêk bînin û gendelîya rewa û ya narewa tineye, divê em hemî li hemberî wê bisekinin.

Wî lidawîyê pêgirî kir ku tu sîlehek derveyî hakimîyetê tineye û niha rewşa herêmê ji bo Iraqê çêtir bûye û rewş ji gêreya giştalî ber bi peywendîyan ve çûye.

Başa dön tuşu