ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê giheşte Têhranê

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê giheşte Têhranê û ji alîyê Ishaq Cehangîrî alîkarê yekem ê serokê Komara Islamî ya Îranê va bi awayekî fermî hat pêşwazîkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, kûrkirina peywendîyan û rawêjkarîya li bara alûgurên herêmê ji wan meseleyên devera Kendava Farsê ji armancên seredana Heyder Ebadî bo Îranê ne.

Ebadî berî vîya duh 19`ê Hezîranê çû Erebistanê, Ebadî ji Rîyazê bera xwe da Têhranê û piştî mayîneke yekrojî li Têhranê yê bera xwe bide Kuweytê. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu