AsyaNûçe

Li Gurcistanê êrîşî restorantên tirkan kirin

Li paytexta Gurcistanê Tiflîsê hate diyarkirin ku komeke netewerper êrîş birine ser restorantên tirkan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Hundir a Gurcistanê 11 endamên koma bi navê ‘Hêza Gurcistanê’ êrîş birine ser restorantên tirkan ê li Kolana Agmaşenebelî yê.

DIBE KU HOLÎGAN JI 4 HETA 7 SALAN CEZA BISTÎNİN

Tê diyarkirin ku derbarê êrîşkaran de ji ber sûcê holîganiyê lêpirsîn hatiye destpêkirin û dibe ku ji 4 heta 7 salan ceza bixwin. ‘Hêza Gurcistanê’ beriya niha jî bi heman şêweyî çalakî lidar xistibûn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu