IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê îro yekşemê destpêbûna operasiyona azadkirina rojavaya Mûsilê ragihand

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê îro yekşemê destpêbûna operasiyona azadkirina beravên rastiye rojavaya Mûsilê ji destê terorîstên DAIş`ê ragihand.

Qumandê giştî yê hêzên çekdare Iraqê li tora civakî ya nûye operasiyona “ Neynewa Em Tên“ bal kişande ser destpêbûna vê operasiyonê û ragihand; Hêzên ku li operasiyona azadkirina beravên rastiye rojavaya Mûsilê pişkdarin, li destpêkê dixebitin xelkê sivîl ku li vê navçê li destê terorîstên DAIŞ`ê dane azad bikin paşê qunaxa derxistina terorîstan ji nav vê axê dixebitin.

Pêştir wezareta berevaniya Iraqê ragihandibû ku hêza hewayî ya Iraqê bi milyonan daxûyanî ji esmîn rijandine ser xelkê rojavaya Mûsilê û ragihandine ku operasiyona azadkirina rojavaya vî bajarî nîzike , eva li halekê ye ku hêzên artêşa Iraqê ji riya erdî jî li vê navçê ber bi pêş diçin.

Li van daxûyaniyan xelkê rojavaya Mûsilê haydar kirine ku ewna jî amade bin û guh bidin hişyariyên artêşa Iraqê .

Li van daxûyaniyan ji terorîstên DAIŞ`ê jî hatiye xwestin, pêş viya ku bi destê artêşa Iraqê bêne kuştin, çek û sîlahên xwe dayînin erdê û xwe teslîmî hêzên iraqî bikin.

Qunaxa ewilê ye operasiyona azadkirina Mûsilê ji destê terorîstên DAIŞ`ê ji 17 Cotmeha sala 2016 bi fermana Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê destpê bû. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu