IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê ragehand, ku ew xwe bo ragehandina serkeftinek mezin amade dikin

Îro 29.04.2017ê serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî di festîvala ‘’Yekdengiya Niştimanî’’ de ragehand, ew wek Iraqê xwe herçend gefên mezin berdewam jî bin, xwe ji qonaxeke nû re amade dikin.’’

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragehand, yek ji karê herî pêşî yê hikûmetê bi destxistina aştî û jiyaneke bi nirxe bo hemwelatiyan, herwaha welat bi hemû nêrîn û fikarandinan ve yê hemû hemwelatiyane.

Herwaha amaje bi vê yekê jî kir ku hêzên wan di şereke pir giran de ne û got: ‘’Em xwe ji bo ragehandina serkeftineke mezin amade dikin.’’

Heyder Ebadî ragehand: ‘’Hindek kes û alî hewl didin bi rêya belav kirina direwên dijminan ve wêrekiya leşker û çekdarên milîs ên Iraqê têkbidin, ji ber nakokiya wan li gel hikûmeta Iraqê heye.’’

Li gor zanyariyên bi dest ketine, armanca Ebadî ji wan hin kesan, cîgirê serokomarê Iraqê Nûrî Malikî ye, ku serkeftina hêzên Iraqê ya li hember DAIŞê wek serkeftinên kêm lê dinêre û hewl dide wan serkeftinan kêm nîşan bide. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu