AsyaIraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê, Tirkîye bi giranî hişyarî kir

Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê dewleta Tirkîyê li bara dûhatên opêrasyona serbazî ya ihtimalî li wî welatî hişyar kir û ev yeka yê bibe sedema perçebûna Tirkîyê.

Serokwezîrê Iraqê duh danê êvarê li civîneke rojnamevanîyê pêkutî kir ku Bexda ne bi dû şerê ligel Enqerê ye û ne sekinîna li hemberî wê lê, heke li hember hev sekinînek biqewime, Iraq jibo wê amade ye.

Ev gotinên Ebadî wekî berteka li hemberî pêngava artêşa Tirkîyê ya bicihkirina bi sedan tank û zêrêhpûşên serbazî li devera Silopî li parêzgeha Şirnexê nêzîkî sînorê Iraqê hatin gotin. Berpirsên serbazî yên Tirkîyê ji ajansa nûçan a Fransayê gotin ku karwanek pêkhatî ji nêzî 30 tank  û topan duh li devereke nêzîkî sînorê Iraqê bicih bûne.

Pêngava tirkan li hemberî Iraqê dûrî rêzgirtina dualî û cînaretîya baş e û ev sîyaseta dewleta Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê tu alîkarîyekê nade aştî û ewlehîya navçê û cehanê. Liv û tevgerên nedîplomatîk ên Tirkîyê li hemberî Iraqê ser xêra her du welatên cînar nînin û tenê dijmin ji dijwarbûna gêreya di navbera Bexda û Enqerê da xêrê dibînin.

Xurtirina liv û tevgerên serbazî yên Tirkîyê li sînorên Iraqê berovajî esasa jîyana bi hev ra ya aştîyane û rêzgirtina li serwerîya netewî ya welatan e û bicihbûna tankên Tirkîyê li sînorê Iraqê peyama dostî û aştîyê nagihîne.

Ev kiryara artêşa Tirkîyê, piştî şandina hêzên serbazî bo Mûsilê, duyemîn kiryara handanê ya tirkan li hemberî dewleta Iraqê ye. Bicihbûna serbazên tirk li Mûsilê di dawîya sala 2015`ê da û dirêjkirina dema erka wan bi qasî salekê destwerdana aşkira û binpêkirina yekperçetîya axa Iraqê tê hesêb. Sîyaseta aştîxwazîyê ya dewleta Iraqê li hemberî Tirkîyê, asta herî jorîn a nîşandayîna dostî û cînaretîya baş a vî welatî dide xûyanê lê, Enqere bêyî ku guh bide vê nêta pak û xêrê ya Bexdayê, hela jî di rêka paşverotîyê da pêngavan radike.

Gelê Iraqê kiryara handanê ya tirkan di rêza kiryara dijminên vî welatî dizanin û israra dewleta Tirkîyê jibo dewama mayîna hêzên vî welatî li baregeha Başîqê li nêzîkî Mûsulê wekî israra hêzên dagirker dizanin. Niha jî bicihkirina tank û topên artêşa Tirkîyê li devera Silopîyê li nêzîkî sînorê Iraqê dikare di çarçova vê nirxandina iraqîyan bê zanîn.

Iraq welatek bi sînorên kifş û serwerîyeke yekgirtî û yekperçe ye û alozkirina aramîya sînoran dewama xirabkir û nerênî ya serbazên tirk li baregeha Başîqê li Mûsilê nîşan dide û di rewşeke wiha da berteka Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê qanûnî û di çarçova berevanîya ji berjewendîyên netewî yên Iraqê da ye.

Iraq qonaxeke hestyar  li warê têkoşîna li hemberî DAIŞ`ê li Mûsilê derbas dike û di vê rewşê da aramîya hêzên iraqî û komkirina hêza sîyasî û serbazî ya dewleta Iraqê jibo serxistina opêrasyona azadkirina Mûsilê esasek e ku rola wê ya jîyanê heye.

Bilî hevgirtina sîyasî li nav Iraqê, piştgirîya derveyî jî xeta pêşîn a şerê li dijî DAIŞ`ê li Mûsilê bihêz dike lê, karên dewleta Tirkîyê dike, jibo lawazkirina helwestên dewleta Iraqê ne û liv û tevgerên tirkan li Mûsilê û derdora sînoran, ne li gorî berjewendîyên Iraqê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu