IraqNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Iraqê yekem serdana xwe ya dervey welat pêkanî

Piştî ku Adil Ebdulmehdî bû serokwezîrê Iraqê yekem serdana xwe ya dervey Iraqê pêkanî û geheşt paytexta Misirê Qahîrê.

Biryare Adil Ebdulmehdî beşdarî li lûtkeya sê dewletên Misir, Urdin û Iraqê bike û li gel serokê Misirê Ebdulfetah Sîsî û qralê duyemê yê Urdinê Qral Ebdula bicive.

Civîna lûtkeya sê welatên ereb bi armanca gotûbêj kirina derbarê pêşxistina peyvendiyên sê welat û berfireh kirina alîkariyan ji hemû aliyan ve, herwaha piştevaniya yek a asayîş û seqamgirî û pêşxistina aboriya yek e.

Başa dön tuşu