BehreynMafên MirovanNûçeRojhilatanavin

Rejîma Alê Xelîfe pêşiya nimêja îniya xelkê Behrêynê dîsa jî girt

Hêzên ewlehiya Rejîma Alê Xelîfe carek din û bo meha heftane ku nehêşt ku xelkê Bêhrêynê bona birêxistina nimêja îniyê herine mizgefta Îmam Sadiq(s) li navça Derrar û xelk neçar man ku nimêja xwe ya îro îniyê dîsa jî bi tenê bixwînin.

Piştî ku Rejîma Alê Xelîfe heqê welatîbûna Şêx Îsa Qasim ruhaniyê şîeye bêhrêynî îbtal kirin, îdî nehêşt ku xelkê Bêhrêynê bona birêxistina nimêja îniyê herine mizgefta Îmam Sadiq(s) li navça Derrar û xelk neçar man ku nimêja xwe ya îro îniyê dîsa jî bi tenê bixwînin.

Li vî halî da xelkê Behrêynê jî pê birêxistina meş û xwenîşandanên cur bi cur dewama mehserakirina navça Derrar mehkûm kirin û carek din piştevaniya xwe Şêx Îsa Qasim ragihandin.

Li van meş û xwenîşandanan hêzên ewlehiya Behrêynê cewanek birîndar kirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu