NûçeFilistînMafên MirovanRojhilatanavin
Serokwezîrê Îsraîlî yê nijadperest destûr da polîsan ku gule li ciwanên Filistînî reşandin

Li gor nûçeya roja sêşemiyê ya medyaya siyonîst, Yaîr Lapîd serokwezîrê Rejîma nijadperest ê Îsraîlê li hevdîtina bi Umer Barlio wezîrê ewlehiya navxweyî yê Îsraîlê re diyar kir ku her hêzeke polîs dema ku gef li wan tê xwarin dikare bikeve tevgerê.
Lapid û Barlio di vê hevdîtinê de tekez li ser vê yekê kirin ku talîmata hêzên polîs bo teqekirina filistîniyan nehatiye guhertin û her polîsek ku xwe di metirsiyê de bibîne dikare teqe bike.
Lapid van daxuyaniyan wek berteka li ser mirina efserê polîsê Îsraîlî di encama şopandina otomobîlê de da.