NûçeRojhilatanavinSûriye

Serokwezîrê Rejîma Siyonîst got, Ev rejîma wê wek berê bombebarana ser Sûriyê bidomîne

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a MEHR`ê, Binyamîn Natanyaho, serokwezîrê Rejîma Siyonîst, roja şemiyê li axiftineka televîzyonî got, eger Têlavîv agahiyên li ser, bi gotina wî, veguhestina çekên pêşketî bo Hizbullaha Libnanê wergire û ji hêla operasyonî ve ev îmkan hebe, wê êrişa ser Hizbullahê li Sûriyê bidomîne.

Ev axiftin li halekî tên raberkirin ku bi destpêbûna qeyrana Sûriyê di 6 salên buhurî da, artêşa Rejîma Siyonîst bi caran bi piştgiriya terorîstên neyarê dewleta Şamê, êrişî pêgehên hêzên sûrî yên li navçeyên pevçûnê bi taybet Golanê kirîye.

Artêşa Sûriyê roja şemiyê bi weşandina daxuyaniyekê ragihand, çar balafirên cengê yên îsraîlî, navçeyeka leşkerî ya li ser rêya Tidmurê li dorhêla rojhilatê Humsê, navend û rojavayê Sûriyê dan ber bombeyan ku bi bersivdana hêzên berevanîya hewayî yên Sûryê, balafireka cengî ya Rejîma Siyonîst li navçeya di bin kontrola vê rejîmê de jorda ket.

Di eynî demê de fermandeyê giştî yê artêşê û hêzên çekdar ên Sûriyê wekî berteka li hember êrişa balafirên cengî yên îsraîlî hişyarî da, eger destdirêjiyên wiha dubare bibin, wê hêzên sûrî bihêz û qawet bersiva wan bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu