CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst: Rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê divê bê ibtalkirin

Bênyamîn Netanyahu îro piştî axavtina li Komîteya Karên Giştî ya Amerîka-Israîlê (AIPAC) bi hejmareke zêde ya qanûndanerên amerîkî û rêvebirên Dêmokirat û Komarxwaz ên Amerîkayê ji wan bi Mîç Mek Kenêl serokê Komarxwazan li Sênayê, Çak Şûmêr serokê Dêmokiratan li Sênayê û Pol Rayan serokê meclisa Nuneran a vî welatî re gotûbêj kir.

Serokwezîrê Rêjîma Sîyonîst li van hevdîtinan idia kir ku rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê gellek kêmasî hene û ji rayedarên Amerîkayê xwest ku ji bo nehîştina wan kêmasîyana hewil bidin.

Netanyahu herwisan got ku heke ew kêmasî neyên cebirandin, rêketinama navokî ya Îranê û Koma 5+1`ê divê bê ibtalkirin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu