CîhanEwropaFilistînÎranNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li civîna AIPAC`ê îdia kir; Îsrayîl û Amerîka pêwîst e li hemberî liv û tevgerên destwerdanê yên Îranê li navçê bisekinin

Binyamîn Nêtanyahû serokwezîrê Rejîma Siyonîstî li gotinên xwe yên duh duşemê li civîna salê ya AIPAC`ê ku ji Bêytulmuqedesê û bi awayê vîdyo konferansê beşdarî vê civînê bû, îdia kir; hevkariya Amerîka û Îsrayîlê bi wateya sekinîna li hemberî Îranê ye.

Nêtanyahû her wisa îdiaya girtina pêşiya bidestxistina Îranê ya çek û sîlahên navokî kir û carek din îdia kir ku siyaseta hertimî ya Amerîka û Îsrayîlê eva bûye ku nehêlin Îran çekên atomî çêbike.

Îdiayên serokwezîrê Rejîma Siyonîstî dijî Îranê li halek tên hilêxistin ku karbidestên Komara Îslamî ya Îranê hertim destnîşan kirine, liv û tevgerên Rejîma Siyonîstî bona têkbirina berxwedanê û welatên piştgirê berxwedana Filistînê ne; Da ku bikaribin desthilata xwe ser navçê bikemilînin.

Bo nimûne Rejîma Siyonîstî sebebkarê sereke ya qeyrana Sûriyê ye û ev qeyrana jî bona dabînbûna ewlehiya xwe li navçê pêk aniye.

Nêtanyahû li dewama gotinên xwe li civîna AIPAC`ê ku li Amerîkayê birê ket destnîşan kir ku Îsraîl tu hevalekî baştir ji Amerîkayê tune û Waşîngtonê sozên xwe li hemberî Îsraîl cih anîne.

Civîna salê ya Komîta peywendiyên giştî di navbera Amerîka-Îsraîl ser navê AIPAC`ê bona pêşbirina siyasetên Rejîma Siyonîstî bi alîkariya Amerîkayê birê ket. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu