CîhanÎranNûçeRojhilatanavin

Serokwezîrê rejîmê siyonîst Benyamîn Netanyahû: “Du roj ewil Ayetullah Xamaney niyeta xwe ya Îmhakirina Îsraîlê anî ziman û wê vê bi pêşxistina ûranyûmê bike”

Piştê Şoreşa Îslâmiya Îranê ragihand ku wê bernameya xwe ya pêşxistina ûranyumê bidomîne, Îsraîlê siyonîst jî ji dewletên Ewropa xwest ku li hember Îranê bibin yek.

Piştê ku Amerîka ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişiya, Şoreşa Îslâmiya Îranê jî ragihand ku wê bernameya xwe ya pêşxistina ûranyumê bidomîne. Serokê Îstixbarata rejîmê siyonîst Yisrael Katz da zanîn ku “eger Îran cardin dest bi bernameya pêşxistina ûranyûmê bike, divê em jî tedbîrên leşkerî bigirin. Katz di heman çarçovê de deng li welatên rojava kir ku bi Amerîka û hin dewletên ereb re li hember Îranê koalîsyoneke leşkerî ava bikin.

Herwiha Serokwezîrê rejîmê siyonîst Benyamîn Netanyahû li ser hesabê xwe yê twitterê got ku “du roj ewil Ayetullah Xamaney niyeta xwe ya Îmhakirina Îsraîlê anî ziman û wê vê bi pêşxistina ûranyûmê bike.”

Başa dön tuşu