NûçeRojhilatanavinYemen

Serokwezîrê Yemenê: Erebistan sedema qeyrana insanî li Yemenê ye

Serokwezîrê Yemenê, dewama êrişên Erebistanê ser navend û nijyarên aborî û berhemanînê û dorpêçkirina zalimane ya Yemenê ji hêla rêjîma Rîyazê va, sedema sereke ya qeyrana insanî û jîyanê li Yemenê zanî.

Li gorî rapora kanala Mesîrê, Evdilezîz Salih Bin Hebtûr şeva buhurî li merasima vekirina kargeha lêkolînên cotkarîyê got: Girîngîya karkirina rojane ya xelkê Yemenê di rewşekê da ku Erebistanê him welatê me dorpêç kirîye him jî êrişan dike, kêmtir ji berxwedana têkoşerên yemenî li bereyên cengê nîne. Wî herwiha got: Karkirina li warê lêkolînên zanistî, cureke berxwedanê ye ku lêkolerên şareza û pispor li ser sekinîna li hemberî dijmin pêkutîyê dikin.

Bin Hebtûr ji NY û sazîyên din ên navnetewî xwest ku jibo çareserkirina qeyrana debar û jîyanê, xwarin û tenduristîyê ku hasila êrişên Erebistanê li Yemenê ye, alîkarîyê bidin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu