ÎranIraqNûçeRojhilatanavin

Sersaxîxwestin bi minasibeta Erbeyîna Huseynî

Îrana Îslamî îro li roja Çilema (Erbeyîna) şehadeta Îmamê Huseyn (S) û ehlê beyta wî zretî û heval û hogirên emekdar ên wî tazîdar e.

Îro yekşemê 20 Sefera 1438 Koçberiya Heyvî (KH) hevdemê 20 Novambera 2016 Erbeyîna şehadeta Îmamê Huseyn (S) û ehlê beyta û heval û hogirên emekdar ên wî zretî ye.

Hz Îmam Huseyn, (S) îmamê sêyem yê şîeyên cîhanê li sala 61 KH li Kerbelayê li emrê 57 saliyê şehîd bû. Wî hezretî li bara serhildana xwe li riya Mekeyê ber bi Kerbelayê bi eşkera got: Hedefa min ji vê serhildan û tevgerê riswakirin û rûreşkirina hikûmeta li dij Îslamê ya Yezîd û damezirandina qayideya Xwedê teala ya vexwendina ber bi karên qenc û dûrkirina xelkê ji karên xirab  û rawestana li ber zilm û zorê ye û tenê hedefa min piştgiriya ji Qurana Kerîm û saxragirtina dînê Îslama rastîn ya Hz. Muhemed (S) ye.

Li roja Erbeyîna Husynî xelkê seranserê Îrana Îslamî  bi pêkanîna desteyên sînglêxistin û zîncîrlêxistinê û xwendina nûheyan tazîdarî û şêngêriyê dikin.

Radiyo û Televîziyona Komara Îslamî ya Îranê jî bi minasibeta hilketina Erbeyîna Husynî sersaxiyê ji gişt misilmanên cîhanê re dixwaze (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu