EfxanîstanNûçeRojhilatanavin

Şertê nû yê Talibanê jibo bi dawîanîna şêrr li Efxanistanê

Koma Talibanê şertê pêkanîna aştiya li Efxanistanê, girêdaiyê gotûbêja rasterast bi rayedarên amerîkî da zanîn.

Li gorî rapora Xame Press`ê, Sohêyl Şahîn, endamê payebilind û berdevkê nivîsgeha siyasî ya koma Talibanê li Qeterê ragihand, ev koma jibo bidawîanîna pevçûnan û dabînkirina ewlehiya li Efxanistanê, dixweze ku bi rayedarên amerîkî re bi awayekî rasterast gûtobêjê bike.

Wî herwiha jibo dabînkirina aştiya li Efxanistanê, xwest ku nivîsgeha siyasî ya vê komê li Qeterê bi fermî were nasîn û navê serokên koma Talibanê ji lîsteya reş a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) were rakirin.

Dewleta Efxanistanê piştî dewama dijayetiya koma Talibanê digel pêvajoya aştiya li vî welatî û giranbûna êrişên bixwîn li navçeyên curbicur ên Efxanistanê, bijareya leşkerî dijî vê komê daniye nav bernameyên xwe. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu