NûçeRojhilatanavinYemen

Êrişa bombeavêjên hevalbendiya ereb ser sefareta Erebistanê li Senayê

Balafirên cengê yên hevalbendiya erebî Amerîkî ya bi serokatiya Erebistanê,

Li gorî rapora roja çarşemiyê ya IRNA`yê ji zarê kanala televîzyonî ya El Cezîrê, hîn tu çavkaniyekê liser hûrgîliyên vê êrişê raporek neweşandiye. Ev êrişa di rewşekê da bû ku pevçûnên di navbera kirêgirtiyên siûdî û artêş û hêzên gelanî yên Yemenê de, di wan rojên dawiyê de girantir bûne.

Balafirên cengê yên Erebnistana Siûdî li hefteya buhurî, bi mihaneya êrişa mûşekî ya hêzên Ensarulahê ser balafirgeha navneteweyî ya Riyazê, hemî derbasgehên bejahî, deryayî û hewayî yên Yemenê girêdane.

Konseya Bilind a Siyasî ya yemenê li berteka li hember kiryarê vê dawiyê yê Rejîma Siûdî û hevgirtiyên wê yê girêdana derbasgehên Yemenê û giranbûna karesata mirovî ya li vî welatî, gef xwer ku wê êrişî balafirgeh û benderên Erebistan û Imaratê bike.

Yekîneya mûşekî ya artêşa Yemenê, çend rojan berî niha bi mûşekeka Balistîkê ya dûrmenzil, balafirgeha navneteweyî ya Melik Xalidê li Riyaza paytexta Erebistanê kire armanc.

Artêş û hêzên gelanî yên Yemenê li bersiva êrişên Erebistanê, hin caran êrişî pêgehên leşker û kirêgirtiyên siûdî dikin.

Başa dön tuşu