IraqNûçeRojhilatanavin

Sê serkirdeyên bi taluke yên DAIŞ`ê hatin girtin

Di encama êrişa polîsê Iraqê li derdora bajarê Remadî sê serkirdên bi taluke yên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê hatin kuştin.

Li gor ajansa Mehr, fermandarê polîsê navendî Şakir El Cewdet duh li ser vê operasiyonê de got: Tîmeke operasiyonê ya pêkhtî ji Hêzên Artêş û yên Îstixbarata Polîsê Navendî di encama operasiyoneke serkevtî li rojavaya Remadiyê de karîn ku sê serkirdên bi taluke yên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê tev gelek ji endamên vê grûpê bigirin.

El Cewdet got: Di nav girtiyan de berpirsê kirîna çekan û xwarekê yê DAIŞ`ê Ebû Mûsa El Esaf jî tê dîtin.

El Cewdet herwiha got: Berpirsê danîna bombeyan li nav bajar û avahiyan Ebdulwehab El-Nemrawî û Berpirsê karûbarên navxwe yê grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê Ebû Mûsena El Heyan jî du serkirdên din ên grûpa terorîstî ya DAIŞ`ê ne ku hatine girtin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu