EfrîqaNûçeRojhilatanavin

200 girtî bi bihaneya biçin nimêja înê ji girtîgehê reviyan

Li Endonezyayê 200 girtî bi bihaneya beşdarî nimêja înê bibin ji girtîgehê reviyan. Rayedaran eşkere kirin ku heta niha 80 girtî hatine desteserkirin.

Bûyer li girava Sumatrayê qewimî, rayedarên girtîgeha Pekanbaruyê ji bo girtî beşdarî nimêja înê bibin derên hucre û qawîşan vekirin, li ser vê yekê 200 girtî firar kirin.

Rayedarên girtîgehê eşkere kirin ku girtî ewil ber bi deriye mezin ve çûnê, piştre jî deriyekê din bi zorê xwestine vekirin, lê piştî ku nekarine vekin, têlên ku li derdora girtîgehê hatibûn avakirine hilweşandine û reviyane.

Hêzên ewlekariyê bo dîtina 120 girtiyên ku reviyane, lêgerînên xwe dewam dikin. Li herêmê li ser rê kontrolên ewlehiyê hatin avakirin.

Rayedarekî girtîgehê ji çapameniyê re axivî û detnîşan kir ku girtî ji zêdebûna girtiyên li girtîgehê gilîdar bûne. Gîrtigeha ku bi kapasiteya 300 kesî hatiye avakirin, hezar 870 kes lê dimînin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu