ÎranNûçeRojhilatanavinSûriye

Elî Ekber Wilayetî: Cinayeta siyonîstan wê bêbersiv nemîne

Şêwirmendê karûbarên navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî, pêgîrî kir: Cinayeta siyonîstan a li pêgeha Tîfûrê ya Sûriyê, wê bêbersiv nemîne.

Balafirgeha leşkerî ya Tîfûrê li parêzgeha Hums a Sûriyê, sibeha duşemiyê kete ber êrişeka hewayî. Di encama vê êrişê de, hejmarek hatin kuştin û birîndar bûn.Awîgdor Lîbêrmen, wezîrê cengê yê Rejîma Siyonîst li hevpeyvîna bi rojnama Yedîût Aharontê, ji xwe mukur hat ku Têlavîvê rola xwe li vê êrişê hebûye.

Elî Ekber Wilayetî, roja çarşemiyê li hevpeyvîna bi IRNA`yê re li Şamê li ser êrişa hewayî ya Rejîma Siyonîst ser balafirgeha Tîfûr a Sûriyê, destnîşan kir: Bila dijminên umeta îslamî bizanibin ku destdirêjî û êrişên bi vî awayî, lawaziya wan nîşan dide û bi hetm wê bersiveke qahêm bi dû xwe ve bîne.

Şêwirmendê karûbarên navneteweyî yê rêberê giranqedr ê Înqilaba îslamî, herwiha bal kişand ser tometbariya Amerîkayê dijî Sûriyê ya bikaranîna çekên kîmyayî li bajarê Dûmayê li Xûteya Rojhilat û got: Dewleta Sûriyê çend salan beriya niha hemî çekên xwe yên kîmyayî radestî saziyên navneteweyî kirine û depoyên xwe bi awayekî tam vala kirine û ev hemî ji hêla civatên navneteweyî ve hatine hilkolandin û erêkirinê.

Wilayetî destnîşan kir: Artêşa Sûriyê bi şikestdayîna terorîstan li Xûteya Rojhilatê, serketineka mezin bi dest xist û ewlehiya derdora Şamê piştî 7 salan dabîn bû, her ji ber viya Amerîka û hevgirtiyên wê li dû pîlaneka nû ji bo pînekirina şikestên xwe yên li Sûriyê ne. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu