NûçeRojhilatanavinSûriye

42 terorîstên DAIŞ`ê li nav axa Sûriyê hatin kuştin

Jêde ji 42 terorîstên DAIŞ`ê li operasiyonên curbicur yên artêşa Sûriyê li parêzgehên Suwêyda û Dêyrezûrê hatine kuştin .

Wezareta berevaniya Sûriyê îro pêncşemê ragihand ku yekîneyên artêşa vî welatî pêgehên grûpa terorîst a DAIŞ`ê li gundê Wadiyul-Qesr li Suweydayê kirine hedefa êrişên xwe.

Hatiye ragihandin ku li vê operasiyonê zêde ji terorîstên DAIŞ`ê hatine kuştin û 2 sîlahên hawanavêjê û embarekî mûşekan ku têda 70 mûşek hebûn jî jinav çûn.

Li parêzgeha Dêyrezûrê jî hêzên parêzvana firokexana eskerî ya vî welatî pêgehên terorîstên DAIŞ`ê li rojhilata vê firokexanê bombebaran kirin.

Li vê operasiyona hêzên hewayî yên Sûriyê jî 9 terorîst hatine kuştin û gelek ji çek û sîlahên van terorîstan jî hatine şewitandin.

Yekîneyekî artêşa Sûriyê jî firokeyekî bê firokevane grûpa terorîst a DAIŞ`ê ku bombe têda hatibûye danîn û qirar bû navça Tel Berûk li derûdora bajarê Dêyrezûrê bombebaran bike , xiste xwarê.

Herwisa artêşa Sûriyê sê terorîstên dine DAIŞ`ê li navça El-Resafa Dêyrezûrê kuştin.

Parêzgeha Dêyrezûrê li rojhilata Sûriyê û li sînorê vî welatî tev Iraqê ye.

Grûpa terorîst a DAIŞ`ê ji sala 2014 bajarê nift têdaye Dêyrezûrê dorpêç kir û tenê alîkariyên mirovî ji riya hewayî ji bo xelkê vî bajarî têne şandin. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu