EwropaÎranNûçeRojhilatanavin

Zerîf: Li Îtalyayê berî her tiştî ez ê ser sîstema SPV biaxivim

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Muhemed Cewad Zerîf duh êvarê dema ku gihêşte Romayê paytexta Îtalyayê got: Berî her tiştî ez ê li hevdîtinên xwe bi rayedarên îtalyayî re ser Sîstema Kanala Malî ya Yekitiya Ewropayê ji bo danûstanên ticarî û fînansî tev Îranê ku bi kurtasî navê SPV lê kirine, biaxivim.

Li gor nûçeya IRNA, Muhemed Cewad Zerîf ku ji bo beşdariya li civîna salê ya gotûbêjên Medîteraneyî çûye Romayê got: Di vê civînê de derfeteke baş ji Komara Îslamî yê Îranê re pêk hatiye ku ser helwêstên xwe derheq rewşa bi taluke ya devera Medîteranê (behra Sipî) û derheq siyasetên yekalî û bi serê xwe yên Amerîkayê û rewşa tundxwazî û terorîsmê li navçê biaxive.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Li derveyî vê civîn wê bi hin rayedarên îtalyayî û rayedarên welatên din ên beşdarê civînî re jî biaxive û ji îranî û ticar û karszên îtalyayî re ji xeber bide.

Zerîf li Romayê wê bi wezîrê karên derve yê Îtalyayê Enzo Moavero Milanes û bi serokê meclisa nûneran ya Îtalyayê Roberto Fico(Fîko) re jî biaxive.

Zerîf li civîna navneteweya salê ya gotûbêjên Medîteraneyî ku nûnerê 56 welatan tê de beşdar in jî wê biaxive.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê par jî li vê civînê beşdarî kir û li wir axivt.

Başa dön tuşu