LubnanNûçeRojhilatanavinSûriye

Hizbullah Libnanê: Êrîşa “Ehmeqane“ ya Amerîkayê li ser Sûriyê destpêbûna kêşeyek xeternak li navçeyê ye

Hizbullah Libnanê tevî şermezarkirina êrîşa Amerîkayê li ser balafirgeha El Şeîrata Sûriyê, ev êrîş kiryareke “Ehmeqane“ da zanîn.

Li gorî rapora ISNA`yê, Hizbullah Libnanê bi daxûyanioyekê destdirêjiya Amerîkayê li ser hakimiyeta Sûriyê û êrîşa li ser firokexaneya El Şeîratê li vî welatî bi tundî şermezar kir û destnîşan kir: Ev êrîşa nîşana pêgiriya Waşîngtonê li ser dewama destdirêjiya li ser Umeta me ji bo xizmeta bo Rêjîma Siyonîst û serêxwegirtina timakariyên wê li navçeyê ye.

Li vê daxûyaniyê hatiye: Destdirêjiyên wiha eşkere nikarin morala artêşa qehreman a Sûriyê ku hin serkeftinên li dijî têrorîstên bin sîvana piştgiirya Amerîkayê bi dest xistine, lawaz bike. Ev destdirêjî her wiha nikare bandoreke nerênî li ser peymana Berxwedanê dayne; peymana ku li şerê dijî têrorîsmê pişta Sûriyê digire.

Li pey êrîşa Amerîkayê li ser baregeha leşkerî ya El Şeîratê li Sûriyê, Konseya Siyasî ya Tevgera Ensarullaha Yemenê jî piştgiirya xwe ya vebirr ji Şamê ji bo berxwegirtina her biryarekê ji bo dayîna bersiva vî karê dijminê amerîkî-siyonîstî ragihand.

Tevgera gelanî ya Ensarullaha Yemenê bi daxûyaniyekê ku ji laiyê Konseya Siyasî ya vê tevgerê va hat weşandin, êrîşa mûşekî ya roja îniyê li ser firokexaneya El Şeîratê li Humsa Sûriyê şermezar kir û ev kar nîşana siyaseta wêrankir a amerîkî – israîlî li navçeyê da zanîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu