ÎranNûçeRojhilatanavin

Îranê teqînên terorîstî yên Stenbolê şermezar kir

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê, teqînên terorîstî li Stenbola Tirkiyê ku di encama wan de bi dehan welatiyên vî welatî hatin kuştin û birîndar bûn, şermezar kir.

Li gorî rapora dayira giştî ya dîplomasya giştî û medyayî ya wezareta karên derve ya Îranê, Behram Qasimî, tevî nîşandayîna hevxemiya xwe digel netewe, dewlet û maiyên êrişa terorîstî ya Stenbola Tirkiyê, destnîşan kir, divê hemî welatên navçe û cîhanê li hember vîn û zimana yek ya terorîst û tundrêyan ku hertim zimanê şidet û tirsandinê ye, bersiveka webirr û peyameka yekgirtî bidine terorîstên tundîxwaz.

Behram Qasimî, destnîşan kir, îro rojê terorîsm bûye gefeka giştalî ya dijî hemî welatan û şerrê li hemberî wê jî tu rêbazek ji bilî vîn û yekgirtîbûna cîhanî tuneye.

Wî got: Komara Îslamî ya Îranê hertim amade ye ku bi hevkariya hemî welatan, kiryarên pêwîst jibo sekinîna giştalî ya li hember terorîsm û tundrêtiyê cih bîne.

Şemiyê bi şev bi dû êrişa terorîstî ya li bajarê Istenbola Tirkiyê û li cihê kombûna hêzên polîs, herî kêm 29 kes hatin kuştin û 166 kes jî birîndar bûn (BANGÊ ÎSLÂMİ).

Başa dön tuşu