IraqNûçeRojhilatanavin

Esayib Ehl El-Heq: Hebûna hêzên NATOyê serweriya Iraqê binpê dike, pêwîstiya Iraqê bi hêzên biyanî tine ye

Tevgera (Esayib Ehl El-Heq) a ser bi Heşda Şeibî ve red dike, ku hêzên NATO li nav Iraqê bimînin û ragihand, ku pêwîstiya Iraqê bi hêzên biyanî tine ye.

Peyvdarê milîsên Esayib Ehl El-Heq (Neîm Ebûdî) ragihand, ku pêwîst e belavkirina her hêzeke biyanî, ji aliyê Perlemana Iraqê ve bê pejirandin, û hebûna hêzên NATOyê serweriya Iraqê binpê dike.

Daxuyaniyên Peyvdarê (Esayib Ehl El-Heq) di demekê de ne, duh Hevpeymana NATOyê biryar da ku hêzekê bi serkirdatiya Keneda ji bo rahênana Artêşa Iraqê li Bexdayê belav bike.

Başa dön tuşu