Mîrê Kuweytê ser pêwîstiya gotûbêja tev Îranê li civîna rayedarên ereb sekinî

Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir El- SEbah, mîrê Kuweytê roja çarşemiyê li merasima destpêkê ya 28 mîn civîna rayedarên welatên endamê Yekitiya ereban li Behr Ul-Meyêtê ya Urdinê got : Rêzgirtina li hakimiyeta neteweyî ya welatan û tekezkirina bi cînaretiyê, dikare rewşê jibo gotûbêjên kêrhatî yên welatên erebî û Îranê jibo pêkhatiana armiyê li navçê be.
Mîrê Kuweytê Rejîma Siyonîstî jî weke berbenda li hember cihhatina aşitiyê li navçê û cihanîna qanûnên navneteweyî li vê barê da zanîn û got : Nabe mecalê bidine kesên ku di kemîna ewlehiya cîhana ereb de sekinîne.
Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah daxawaz xurtkirina yekitiya navbera welatên erebî bi armanca çareserkirina qeyranên heyî kir û destnîşan kir: Pirsgirêkên ku cîhana ereb pêre rûbirû ye dibe sedema bêtifaqiya zêdetir a welatên erebî.
Mîrê Kuweytê her wiha diyar kir ku civaka cîhanî nikare mesela Sûriyê çareser bike û got : Hewldanên siyasî li vê barê bêencam mane ku eva bixwe bandoreke xirab kiriye ser rewşa awareyan.
Şêx Sebah El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, kiryara konseya ewlehiyê ya NY derheq pejirandina biryranama 2234`an ku ji Îsraîlê dixweze çêkirina bajarokan li erdên dagirbûyî yên Filistînê rawestîne , erênî da aznîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)