IraqNûçeRojhilatanavin

Fermana nû ya Heyder Ebadî ji bo rawestana li ber terorîzmê

Piştî teqînên terorîstî li Bexdayê, serokwezîrê Iraqê fermana şopandina komên nepenî yên terorîstî li vî welatî da.

 Li gorî rapora El-Alamê, nivîsgeha raghandinê ya Heyder Ebadî serokwezîrê Iraqê roja duşemiyê bi daxûyaniyekê raghand: Ebadî tev fermande û berpirsên  saziyên îstixbaratî yên vî welatî civînek li dar xist ku têde fermanên pêdivî li bara şopandina  tor û  komên nepenî yên ser bi DAIŞ`ê, cizakirina  wan û parastina  ewlehiya welatiyên iraqî da.

Siba roja duşemiyê, du teqînên  terorîstî yên li encama  êrişa du êrişkirên întiharî li navenda Bexadyê, paytexta Iraqê nêzîkî 140 kes hatine kuştin û birîndar bûn ku halê hin ji birîndaran xirab hatiye ragahndin. Kanala  Press TV`yê hejmara  kuştiyên ev teqîna  terorîstî, 38 kes û hejmara birîndaran jî 100 kes raghandiye.

Li gorî daxûyaniya  nivîsgeha  raghandinê a serokwezîrê Iraqê, Heyder Ebadî,  û girtina endamên  komeke  terorîstî ya ser bi DAIŞ`ê  li Felûcê li parêzgeha  Enbarê li rojava  Iraqê daye.

Di eynî demê de, çavkaniyeke  wlehiyê li parêzgeha Ebara  Iraqê roja duşemiyê raghand: Hêzên  Polîsê Felûcê karîn ku toreke terorîstî ya ser bi DAIŞ`ê têk bibin.

Xebata vê komê li taxa El-Şuhedayê li başûrê Felûcê bû û endamên wê ji xelkê vê taxê  bêş û bertîl dixwestin.

Başa dön tuşu