ÎranNûçeRojhilatanavinZanîstî

Elî Cihanşahî: Kîlomitreyên “Mûşeka Şefeq“ 8 ê hetanî 12 kîlomitran zêdetir ji yên berê bûye

Emîr Sertîp Elî Cihanşahî alîkarê hevahengî yê hêza bejayî ya artêşa Komara îslamî ya Îranê li bara deskevta herî dawiyê ya hêza hewayî ya artêşa Îranê got: Hêza mûşekên baskdar ên hêza hewayî ya artêşa Îranê ya ser navê “Mûşeka Şefeq“ li qiyasa mûşekên berê zêdetir bûye û nûjenkirin û pêşxistina van mûşekên baskdar di navbera 8 hetanî 12 kîlomitran zêdetir ji yên berê bûye.

Emîr Sertîp Elî Cihanşahî destnîşan kir: Ji ber gefên navçeyî ev mûşekana bona hedefên nîzik gelekê bi tesîrin.

Alîkarê hevahengî yê hêza bejayî ya artêşa Komara îslamî ya Îranê bal kişande ser vê nûjenkirin û pêşxistina mûşekî ya mûşekên baskdar ên hêza hewayî ya artêşa Îranê û ragihand ku ev nûjenkirina bi hevkariya pisporên îranî yên hêza hewayî ya artêş û pisporên seneta berevaniyê ketiye dest û bi tamî ev pêşketina xwecî bûye.

Emîr Sertîp Elî Cihanşahî herwisa bal kişand ser deskevteke din a hêzên artêşa Îranê û ragihand ku zêdebûna hêza dîtina helîkopteran li şevê jî deskevteke din a artêşê ye û niha ev teknolojiyê li operasiyonên artêşê tê bikaranîn. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu