AborîÎranNûçeRojhilatanavin

Nameya Bîjen Namdar Zengene bo serokê dewreyî yê OPECê

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê, Bîjen Namdar Zengene li bersiva nameya 1ê Tebaxê ya Suhêyl mezrûyî serokê Rêxsitina Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) tevî bibîrxistina şaşitiya çavdêriyê ya Komîteya hevpar a wezaretî ya çavdêriya ser lihevkirina OPEC û Ne-OPECê got: Hewildanên Rêxsitina Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) ji bo parastina aramiya bazarê û armancên OPECê gellek pêwîst e û divê hemî endamên OPECê  van biryaran bi micidî bişopînin.

Wezîrê niftê yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Îran li civîna hejdehem a Komîteya Têknîkî ya Hevpar (JTC) bêyî mafê dengdayînê beşdar bû û bi matmayîneka tam şehedê hewildana hin endamên komîteyê ji bo belavkirina dubareya  zêdeka sozdayî navbera xwe û hewildana ji bo radestkirina zêdeka sozdayî ya welatên OPECê bo welatên Ne-OPECê bû.

Endamên Rêxsitina Welatên Bifiroşê Niftê (OPEC) 22ê Hezîrana 2018an di sed û heftî û çaremîn civîna vê rêxistinê li Viyenê li ser parastina lihevkirina pêşîn a OPECê (Mijdara 2016an) li bara kêmkirina asta berhemanînê heta miliyonek û 800 hezar bermîlî di rojê da li hev kirin.

Li pey hewildana Amerîkayê ji bo boykotkirina tam a firotina nifta Îrtanê hin endamên OPECê hewil dan eku bi zêdekirina berhemanînê rê li ber qewimîna şokeya niftî ji ber kêmbûna firotna nifta Komara Îslamî ya îranê bo bazarê bigirn ku ev yek tûşî berteka rayedarên Îranê bûye.

Başa dön tuşu