NûçeRojhilatanavinSûriye

Serdestiya artêşa Sûriyê li ser sedî 65`ê Yermûkê

Wezareta berevaniya Rûsyê bilî tawanbarkirina Amerîkayê bi girtina pêşiya şandina alîkariyan bo kempên Rukban û Reqayê, ragihand: Artêşa Sûriyê, sedî 65`ê axa kempa Yermûkê ji destê hêzên terorîst azad kiriye.

 Îgor Konaşênkov, berdevkê wezareta berevaniya Rûsyê, li civîna çapemeniyê ya li bara alûgorên herî dawîn ên Sûriyê, ragihand: Hêzên artêşa Sûriyê, li halê kemilandina operasyona xwe li navça Yermûkê ne, navçeya ku di mideha şeş salên buhurî de bûye hêlûnek ji bo komên terorîst. Niha DAIŞ li rojavaya kempa Yermûkê ji nav çûye û artêşa Sûriyê li halê cihanîna qonaxa dawîn a operasyona xwe ye bi awayekî ku heya niha sedî 65`ê axa vê navçeyê azad kiriye.

Wezareta berevaniya Rûsyê li daxuyaniyekê ragihand ku kemilandina vê operasyonê tê wateya azadkirina hemî axa Şamê ji destê terorîstan û serdestiya tam a artêşê ser wê.

Vî rayedarê ûris berewam kir: Tevî gotinên bihêvî yên nûnerên Amerîkayê, ew nahêlin ku alîkariyên mirovdostane bo kempa Rekbanê ku 59 hezar sûrî ji wan jin û zarok û kesên bi temen têde ne û hewcetiyeka zav li alîkariyên mirovdostane hene, werin şandin.

Ji aliyê din ve wezareta berevaniya Rûsyê, ji bi dawîhatina pêispartiya tîma Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyayî li Sûriyê agahî da.

Berdevkê wezareta berevaniya Rûsyê, destnîşan kir: Efserên navenda Hemîmîmê û polîsê leşkerî yê Rûsyê, berpirsyariya dabînkirina hemî îmkanên pêwîst ên lêkolerên Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyayî, girtibûne ustiyê xwe. Rûsye û Sûriye ev îmkan ji bo tîma Rêxistina Qedexeya Çekên Kîmyayî pêk anîne ku bikaribin herine van navçeyan.

Başa dön tuşu