ÎranNûçeRojhilatanavin

ŞÊWİRMENÊ İMAM ELİ XAMENEÎ: GELÊ EMERÎKAYÊ Jİ VAN GOTİNÊN TRUMP ŞERM DİKİN

Şêwirmenê İmam Eli Xameneî li karûbarên navneteweyî got: “Gotinên Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li civata giştî ya NY jibo cebiarndina işkestên vî welatî li hember Komara Îslamî ya Îranê bû“.

Donald Trump serokkomarê Emerîkayê li axiftina xwe li 72emîn  civîna  civata giştî ya  NY, rêketinnama navokî hevhatineke  bixof û sedema  serşûriyê jibo welatê xwe da zanîn û cardinê îdiaya  piştgiriya  Îranê ji terorîzmê kir.

Elî Ekber Wilayteî çarşemiyê şevê li gotûbêja  kanala 1ê ya televîzyoan Îranê, armanca Trump ji vê axiftinê dilgerimkirina hevpeymanên  navçeyî yên Waşengtonê da zanîn û got : “Ev gotin ne tenê sedema  şermezariya  hemî cîhanê ye  belkê gelê Emerîkayê jî ji van gotinên  Trump şerm dikin“.

Wilayteî bal kişand ser vê yekê ku  gotinên  Trump nayên berevanîkirin û destnîşan kir: “Eger Emerîka bixweze rêketinnama navokî binpê bike jibo Îranê vegeryana bo serdema berî rêketinnama navokî pir hêsan e û Emerîka ticarî nikarê gefê li Îranê bixwe“. (BANGÊ ÎSLÂMİ)

Başa dön tuşu